Sabri Yıldırım
09 Gulan 2023•Rojanekirin: 20 Gulan 2023
Şivanên ku payizan pezê xwe ber bi deverên germ va dibin, bi helîna berfê re û bi germbûna hewayê ra ji deştê vedigerin zozanên Serhedê.
Serokê Yekîtiya Xweyîkerên Pezên Dermale ya Mûşê Nîmet Salkim li devera Şenyaylayê gihişt şivanan û li wan guhdarî kir.
Salkim ji rojnamevanan re behsa rêwitiya şivanan kir û anî ziman ku şivanên ku ji bo çêreyê bi qasî 150 hezar heywanên xwe tînin Batman, Diyarbekir, Şanliurfa û Gazîentabê ber bi hatina biharê ve êdî vedigerin zozanan.
Salkim got, "Di payizan de ji Serhedê 120-140 hezar heywan ber bi bajarên germ va ber bi Batman, Diyarbekir, Riha û Gazîentabê va diçin. Li wê derê 6 mehan dimînin û bi hatina biharê ra vedigerin Serhedê. Bi pêyan diçin û bi qasî 10-12 rojan di rê da dimînin. Êdî zozan şîn dibin û ji bo çêrandinê vedibin."
Ji şivanan Samet Sezgîn destnîşan kir ku ew ji Diyarbekirê birê ketine û ber bi Çiyayên Kurtikê ve diçin.
Sezgîn anî ziman ku ew rojane encax dikarin 20-25 kîlometre rê biçin û got, "Em payizî diçine aliyê Diyarbekirê, aliyê Licê. Zivistanê welatê Serhedê pir sar e, befr e. Em ji boyî vê diçine Diyarbekirê, aliyê deştê va, wextê bû bihar em tekrar têne gundê Mûşê, Kopê, zozanên Kopê, gundê me Kopê ye. Em 3 heb in. Ev 10 roj e em rê de ne. Em li Diyarbekirê ji çemê Qulpê re derbas bûne, em anuha hatine ser Şenyaylayê, em ji wir re jî derbas bin hê rêya me 2-3 roj heye. Em ê bigihêjin gundê xwe. Qederê 6 meh bûye em li Diyarbekirê bûne."
Ji Şivanan Mehmet Sezgîn jî behsa rêwîtiya xwe ya dijwar kir û got, "Em payizan diçine deşta jêr. Em pezên xwe dibine aliyê Diyarbekirê. Ev 5-6 meh em li wêderê bûn. Anuha jî li welêt befr heliyaye, zozanên me vebûne em jî birê ketine diçine ber bi Mûşê va. Ev 10-11 rojê me em di rê da ne. Qûnaxa me hê 2-3 roj maye heta em bigihêjin zozanan. Di rê de pezên me dizên, em berx û karên nû çêdibin hildigirin, şilî ye serma ye, bi şevan em li derva ne zehmet e."