08 Gulan 2017•Rojanekirin: 11 Gulan 2017
KARS
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hefteyek e tavî û teyrok dewam dike û rêncber tengasiyê dikişînin.
Qers li Tirkiyeyê ji aliyê heywandariyê va navçeyeke girîng e. Li Qersê ew qas baran dibare ku şivan nikarin heywanên xwe biçêrînin.
Selahattîn Aygun (57) 40 sal e li navçeya Sariqamişê gavantiyê dike. Aygun got ku her sal biharê baran dibare, tu weke îsal nîne, îsal bê navber dibare.
Aygun diyar kir, ew ji gavantiyê pir hez dike û salên dûr û dirêj in ku gavantiyê dike û wiha dewam kir: "Şilî îsal nahêle em bilebitin. Dema ku baran dibare heywan li cihê xwe nasekinin. Em jî di nav wê herî û avê da peyê wan diçin. Em pakîkî rûnanên, li ser piya nanê xwe dixwin. Êvarê ku em diçin malê paşê zikê xwe têr dikin. Gavantî pîşeyekî dijwar e. Em hinekî çîleyê dikşînin, lê qedera me wiha ye. Em mecbûr in ku bixebitin."
Ji aliyekî din va li texma newala Çamaşirê çîçekên çayîrê yên qîç, dîmeneke xweşik derxistine holê.