22 Adar 2016•Rojanekirin: 26 Adar 2016
KARS
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê ji ber ku bi carekê va hewa sar bû rûyê Gola Werdegê dîsa geşa girt.
Ji ber ku bi şev germahiya hewayê dakete binê sifirê rûyê Gola Werdegê ya ku li tanga Çemê Keklikê ya ku 10 kîlometreyî dûrî navenda Sarîqamîşê ye cemidî.
Li navçeyê bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da bi 13 pileyî va hat pîvandin, ji ber sermayê rûyê Gola Werdegê ya ku di nav Mêşeyê Sarîqamîşê da ye cemidî.
Ji ber ku rûyê golê cemed girt werdegên beyanî û suravêdk nikarin ji xwe ra xwarinê bibînin.