Fırat Taşdemir
01 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2025
Qendîla Rexaîbê ku di alema Îslamê da nîşaneya destpêka serê "sê mehan" e, wê sibê were îdrakkirin.
Qendîla Rexaîbê di şeva pêncşema ewil a meha recebê da ya ku ji sê mehan e, tê îdrakkirin û wekî "şeva rehmet û bereketê" tê qebûlkirin. Ev şev seba alema Îslamê pir girîng e.
Rexaîb di ferhengê da tê meneya "tişta ku tê xwestin, bexşa zêde û biqîmet". Di lîteratura hedîs û fiqhê da jî di meneya "xêra zêde, mukafat, emelê bifezîlet" da ye.