Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Talha Koca,Yusuf Ayas,Fırat Atmaca,Abdullah Söylemez
02 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2025
Li Erzirom, Qers, Erdexan û Agiriyê tesîra sir û seqem berdewam e.
Li Erziroma ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 18 pile hat pîvan, li ser peyarêyan cemed çêbû.
Li bajêr camên wesayîtên parqkirî cemed girt û her wiha baniyên avahiyan şembelûk girtin û şadirwanên mizgeftan jî qerimîn.

- Qersê
Li Qersê bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 14 pile hat pîvan.
Bi tesîra sermayê baniyên avahiyan şembelûk girtin, gol û çem jî qerisîn.
Hin welatiyan jî ji bo kevokên di sermayê da birçî man, qût danîn.

- Erdexan
Li Erdexanê jî bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 18 pile hat pîvan.
Li navenda bajêr û navçeya Goleyê ji ber hişkiyê erd qerimî û qiravî çêbû.
Li bajêr her wiha camên kargeh û wesayîtan cemed, baniyan jî şembelûk girt.

- Agirî
Li Agiriyê bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 16 pile hat pîvan.
Li bajêr çem û coybar qerimîn, camên wesayîtan cemed girt.
Her wiha darên qiravîgirtî dîmenên newaze derxistin holê.
Ji aliyekî din va welatiyan ji ber hişkiyê zehmetî kişandin.