Tirkiye

Ji Serokê Ragihandinê Duran peyama "Şeva Rexaibê"

"Ez hêvî dikim ku ev şeva mustesna bibe wesîleya qebûlkirina diayên me û xurtbûna yekîtî, bihevrabûn û biratiya me"

Zafer Fatih Beyaz  | 25.12.2025 - Rojanekırın : 25.12.2025
Ji Serokê Ragihandinê Duran peyama "Şeva Rexaibê"

Ankara

 Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettîn Duran daxwaz kir ku Şeva Rexaibê bibe wesîleya qebûlkirina diayan û xurtbûna yekîtî, bihevrabûn û biratiya milet.

Duran li ser hesabê xwe yê NSosyalê peyama Şeva Rexaibê da.

Duran diyar kir, ew cardin gihîştin Şeva Rexaibê ku mizgîniya serê sêmehan e û wiha dewam kir:

"Ez hêvî dikim ku ev şeva mustesna bibe wesîleya qebûlkirina diayên me û xurtbûna yekîtî, bihevrabûn û biratiya me. Ez ji Rebbê me yê mezin niyaz dikim ku Xeze di serî da ji hemû erdnîgariyên mezlûm ku di binê zilm û zordariyê da dijîn ra edalet, hizûr û azadiyê îhsan bike. Şeva me ya Rexaibê bimbarek be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.