Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Em ê nehêlin ku kes li civaka Tirk ya li Ewropayê zilmê bike"

Abdullah Sarica  | 25.12.2025 - Rojanekırın : 25.12.2025
Serokomar Erdogan: "Em ê nehêlin ku kes li civaka Tirk ya li Ewropayê zilmê bike"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em ê nehêlin ku kes li civaka Tirk ya li Ewropayê zilmê bike ku di meşa Sedsala Tirkiyeyê da bi me ra ye û em ê hedê kesên hewl didin zilmê bikin jî bidin."

Erdogan di bernameya ku ji bo şandeya Yekîtiya Demokratên Navneteweyî hat lidarxistin da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir di vê heyamê da ku pêla krîz û nezelaliyê ji Ewropayê heya Asyayê zêde dibe, li hember van bayên tengasî û bêbextiyê bêtir hewcedarê hevgirtinê ne.

Erdogan di axaftina xwe da got, "Em hatin xerabkirin û pelçiqandin û me ciwan û zarokên xwe yên xwişk û birayên xwe yên kedkar ji ber terora nijadperest winda kirin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir tevî hemû astengiyan jî dîasporaya Tirkan kariye li ser piyan bimîne û di her warî da xwedî deng, bandor û îradeyê ye û wiha axivî, "Em ê nehêlin ku tu kes ji gelê me, çi di nava sînorên me da be û çi jî li dervayî welêt be, rastî zilm û heqaretê bê. Em ê nehêlin ku kes li civaka Tirk ya li Ewropayê zilmê bike ku di meşa Sedsala Tirkiyeyê da bi me ra ye û em ê hedê kesên hewl didin zilmê bikin jî bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın