Hüseyin Demirci
04 Tebax 2021•Rojanekirin: 12 Tebax 2021
Sariqamîşa navçeya Qersê ya ku raqima wê 2700 e di van rojên dawîn da bi serteşiyan xemilî.
Sariqamîşa navçeya Qersê ya ku raqima wê 2700 e di van rojên dawîn da bi serteşiyan xemilî. ( Hüseyin Demirci - Anadolu Agency )
Serteşiyên sor, zer, şîn û binevşî yên li Geliyê Keklîkê, Çemê Çamaşir û Sûlûdereyê bala siruşthez û wênekêşan dikşînin.
Kordînatorê Zanistê ya Komeleya Siruşta Bakur Emrah Çoban daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got serteşî him siruştê dixemilînin û him jî ji ber ku candarên zirarê didin siruştê dixwin alîkariya wan digihêje çandiniyê.
- "Ew dostên me ne"
Çoban daxuyand perên wan pir tenik e, ji ber vê ew dikarin baş nêçîrê bikin û wiha dewam kir: "Ew 6-7 salan dijîn. Giraniya herî mezinê wan digihêje sed gramî, lê ew ne li Tirkiyeyê li parzemîna Amerîkayê dijîn. Ji ber ku ew li hemberî candarên zirarê didin zeviyan têkoşînê didin ew dostên me ne. Ji ber rengên xwe jî bala wênekêşan dikşînin. Bi taybetî vê demsalê ew cot dibin û rengên xwe hildidin. Serteşiyên kesk, zer, sor û şîn li cihên avî mîneralan hildidin û rengê wan bêtir xweş dibe."
- "Wênekêşiya wan pir zehmet e"
Alperen Şîmşekê wêneyan dikşîne jî got ew hewl didin wêneyên serteşiyan bikşînin û wiha axivî: "Wênekêşiya wan pir zehmet e. Di nav saetek û du saetan da em ancax çend wêneyan dikşînin. Çar demsalên Sariqamîşê jî xweş in."