Hüseyin Yıldız
04 Tebax 2021•Rojanekirin: 05 Tebax 2021
Li Îdirê cêwrikeke roviyan yê ku ji ber germê bêtaqet mabû hat dermankirin û paşê ew berdan çolê.
Li bajêr germahiya hewayê digihêje 35 pileyan.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Tuzlucayê li çol û bestên bajêr cêwrikeke rovayan ya ji ber germê bêhal maye dîtin û caw dan xebatkarên Midûriya Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê (DKMP).
Ekîbên DKMPyê cêwrik birin mala heywan lê tên xwedîkirin ya Şaredariya Îdirê.
Li vir cêwrik hat tedawîkirin û paşê rayedaran ew berda çolê.