Sabri Yıldırım
17 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2021
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan xeyala piyanoyê ya Bager Çalişciyê nebîna ku xwedî merîfetekî wisa ye dengên dibihîze wek nota dubare dike û ji berê muzîkê çêdike, bi cî anî.
Serokomar Erdogan li Baxçeyê Gel ê Paytextê di 16ê Mijdarê da di Mihrîcana Ciwaniyê ya Rêveberiyên Herîmî da wek diyarî piyano da Bager Çalişçiyê ku konserek biçûk da.

Piyanoya ku Serokomar Erdogan diyarî Bager Çalişci kiribû ji alî Waliyê Mûşê Îlker Gunduzoz, Şaredarê Mûşê Feyat Asya û Serokê Bajêr ê AK Partiyê Îbrahîm Avci hat teslîmkirin.
Walî Gunduzoz destnîşan kir ku Bager yekî gelekî bi merîfet e û ew wisa bawer dikin wê gelek konserên xweş bide.
Şaredarê Mûşê Asya jî got ku li ser telîmata Serokomar wan diyariya Bager teslîmî mala wî kir.
17.12.2021 Serokomar Erdogan xeyala Bager Çalişci bi cî anî
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan xeyala piyanoyê ya Bager Çalişciyê nebîna ku xwedî merîfetekî wisa ye dengên dibihîze wek nota dubare dike û ji berê muzîkê çêdike, bi cî anî.
Bager Çalişci jî ragihand ku ew ji ber diyariya Serokomar Erdogan gelek kêfxweş bû û wiha domand: "Birêz Serokomarê me îro dilê min pir xweş kir. Ji min ra piyano şand û me di mihrîcanê da hev dîtibû. Ez jê ra gelek gelek spas dikim."
Çalişci diyar kir ku wî ji ser têlefonê bi Serokomar Erdogan ra xeberda, jê ra spas kir û got ku ew herî ku li piyanoyê bixe wê Serokomar Erdogan bê bîra wî.