Tevhid Furkan Nehri
11 Gulan 2024•Rojanekirin: 16 Gulan 2024
Şelaleya Tortumê ya li Erziromê ku ji bo Lîsteya Çanda Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê namzed tê nîşandan, bi hatina biharê ra, bi ava baran û berfê gur bû.
Şelaleyê ya li navçeya Uzundereyê ku ji aliyê Yekîtiya Bajarên Sekan a Navneteweyî va 11emîn bajarê sekan ê Tirkiyeyê hat hilbijartin û ji bo Lîsteya Çanda Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê namzed hat nîşandan, bi projeyeke bi hemahengiya Walîtiyê, bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin û ya Uzundereyê digel Saziya Piştevaniya Geşepêdana Çandinî û Gundewarî, reng û rûyê wê guherî.
Şelaleya li 110emîn kîlometroya rêbeja Erzirom-Artvînê ya di nava sînorê Uzundereyê da, 21 metro ber e û ji bilindahiyeke bi qasî 48 metroyan dişirike.
Şelaleya Tortumê ku sedsala 18emîn di encama hezazeke li çiyayekî wê herêmê da çêbû, mezintirîn şelaleya Tirkiyeyê ye ku ji bo Lîsteya Çanda Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê namzed hat nîşandan.