Fatih Gazioğlu
20 Îlon 2018•Rojanekirin: 21 Îlon 2018
BÎNGOL
Şaredariya Bîngolê li welatiyan eşûre belav kir.
Li ser Kolana Gencê bi minasebeta meha muheremê eşûre hat belavkirin. Walî Alî Manti û Serokê Şaredariyê Yucel Barakgazî jî beşdarî çalakiya ku bo roja eşûreyê hat lidarxistin bûn.
Serokê Şaredariya Bîngolê Yucel Barakgazî daxuyanî da û got ku ew ji bo bibîranîna Hezretî Huseyîn û hevalên wî li vê derê kom bûne û wiha axivî: "Me li 3 hezar welatiyên xwe eşûre belav kir. Yên bi rojî eşûre birin malên xwe yên ne rojî li vê derê xwarin."