Sayim Harmancı
12 Nîsan 2023•Rojanekirin: 13 Nîsan 2023
Li ser rêya Hekarî û Wanê li 3 cihan hezaz çêbû, ji ber hezazê rêya ji çûyîn û hatinê ra girtibûn, hat vekirin.
Ji duh vir va li bajêr baraneke gur dibare û ji ber baranê li taxa Erzikî û Depînê li 3 cihan hezaz çêbû û ax hilweşiya ser rê.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 117emîn ji bo ku rê bê vekirin tewdîrên ewlehiyê hildan û dest bi xebatê kirin.
Polêsên trafîkê jî li herêmê tevdîrên ewlehiyêhildan.
Di vê navberê da li hin deverên herêmê kevir û axa ji ber hezazê tên xwarê jî bi qamerayê hat qeydkirin.
Li herêmê bi qasî saetekê xebat hat kirin, rê ji trafîkê ra vebû û gelek kesên li ser rê asê mabûn jî rêwîtiya xwe domandin.
Ekîbên rêbejê ji bo tewdîrê li herêmê sekna xwe didomînin.