Jiyan

Rêwîtiya dijwar a "mirwarî"yên Gola Wanê "bê deng" pêk tê

Masî ji bo ku hêk bikin, her sal di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da berevajî avên ku diherikin Gola Wanê koçî avên şirîn dikin

İbrahim Atmaca  | 27.05.2020 - Rojanekırın : 03.06.2020
Rêwîtiya dijwar a "mirwarî"yên Gola Wanê "bê deng" pêk tê

Van

 Rêwîtiya dijwar a kefalên mirwarî îsal ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) "bê deng" çêdibe.

Ji navçeyên Wanê yên ku li qeraxê golê ne, li Îpekyolu, Edremît, Tûşba, Gewaş, Muradiye û Erdîşê û li Xelat, Elcewaz û Tetwana navçeyên Bidlîsê debara nêzî 15 hezar merivî ji kefala mirwarî tê.

Masî ji bo ku hêk bikin, her sal di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da berevajî avên ku diherikin Gola Wanê koçî avên şirîn dikin. Di koça wan a avên şirîn da dîmenên hejmetkar dertên holê. Ji bo ku ev masî di vê dewrê da bi qaçaxî neyên girtin jî bi pêşengiya Walîtiyê Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê, Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr, Fermandariya Cendirmeya Bajêr, Midûriya Emniyeta Bajêr û Şaredariya Bajarê Mezin tevdîran hildidin.

Digel şêniyên herêmê bi hezaran turîstên xwecî û biyanî seba teşamekirina koça masiyan tên herêmê, lê îsal ji ber tevdîrên Kovîd-19ê koça masiyan "bê deng" çêdibe.

Li gelek deverên bajêr seba temaşekirina koça masiyan qadên şopandinê hene, lê ji ber ku di Eyda Remezanê da derketina derva hat sînordarkirin, qadên pîknîk û mesîreyan hatin girtin, ev qad xalî man.

Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Erdîşê Ramazan Keleş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku benda masiyan ji qadên herî baş yek e ku koça masiyan lê tê şopandin.

Keleş got ku ew hersal di demsala koçê da festîvalê li dar dixin û ji dinyayê ra danasîna vê koça dijwar a masiyan dikin.

Keleş wiha dewam kir, "Îsal ji ber vîrusa koronayê ya nû festîval nehat kirin. Ji ber ku qadên pîknîk û mesîreyan hat girtin jî benda masiyan vala ma. Par di betlaneya Eyda Remezanê da 110 hezar kesan ev der ziyaret kir. Îsal ji ber sînordarkirinê kes tuneye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.