Elif Irmak
22 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2020
Li Îdirê li gundê Kullukê jinên herêmê li tesîsa hilberînê di sîtilên mezin da rêçala bacanên reş çêdikin û difroşin çar aliyê welêt.
Li tesîsa hilberînê ya bi navê "Gundê Tebîetê ya Arasê" ya ku li gundê Kullukê hat avakirin tehmên herêmî yên ku li bajêr tên xwarin bi ededî tên çêkirin.
Rêçala bacanên reş a ku li bajêr yek ji wan berheman e ku herî zêde tê xwestin û Midûriya Daristan û Çandiniyê ya Îdirê ji bo wê belgeya îşareta coxrafî hildan jî bi destê jinên li gund va li tesîsê tê çêkirin.
Bacanên ku li zeviyên li herêmê tên çandin tînin tesîsê û vir piştî ku ji miameleyên hewce derbas dibin li sîtilên mezin tê pehtin û dixin nav şûşeyan û bi pergala e-bazirganiyê difroşin.
Jinên li "gundê tebîet"ê dixebitin bacanên ku bi rêbazên ededî amade dikin di sîtilên sifir da li ser agirê êzingan dipêjin û dikin rêçal , bi vî awayî hem kevneşopiyekê didomînin hem jî dahatê bi dest dixin.
Kordînatorê Gundê Tebîetê yê Arasê Erdînç Koşkun daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li tesîsên wan tenê berhemên herêmî bi rêbazên tebiî tên çêkirin.
Koşkun diyar kir ku ji bo berheman gelekî daxwaz heye û wiha axivî: "Em di vê tesîsê de berhemên hawirdor, ên herêmê dinirxînin û piştgiriyê didin welatê xwe. Di vê demsalê da rêçala bacanên reş ku me ji bo wê îşareta coxrafî hildaye çêdikin. Dema hilberînê dikin jinên li gundên hawirdor jî îstixdam dikin û piştgiriyê didin aboriya wan jî."
Koşkun got ji bo nasandina rêçala bacanan jî gelekî dixebitin û axaftina xwe wiha domand:
"Em rêçalên tên çêkirin bi temamî bi awayekî tebiî û herêmî çêdikin, tu madeyên din nayên bikaranîn. Ya biqîmet ew e ku em bi rêbazên dayikên xwe, mezinên xwe çêdikin, fabrîkasyon nîne. Bi şekirê pincarê tê çêkirin lê merhaleyên wê zêde ne. Dema ev merhale baş bên çêkirin kalîteya wê derdikeve holê."
- "Rêçala bacanên reş ji pîrikên me, mezinên me maye"
Çîgdem Yilmaza ji jiên ku li tesîsa hilberînê dixebite jî diyar kir ku tehmên ku berê ji bo zivistanê amade dikirin niha li vir çêdikin û wiha axivî:
"Em li malê çawa çêdikin li vir jî heman awayî çêdikin. Ev der ji bo me gelekî baş çêbû. Ev kar ji bo aboriya me bû piştgirî, ez bûm alîkarê hevserê xwe. Çar zarokên min hene, em ji bo ku wan bidin xwendin, jiyaneke baş pêk bînin dixebitin. Rêçala bacanên reş li Îdirê gelekî tê xwarin, ev tehm ji pîrikên me mezinên me maye."
Muhabbet Sînaya xwendekara zanîngehê ya ku li tesîsê dixebite jî got ji bo ku hewcehiyên xwe pêk bne eket vê karê.
Sînayê diyar kir ku jin bacanan ji zeviyan berhev dikin û tînin tesîsê û got ku "Li vir tên şûştin, serikê wan tê jêkirin û qeşartin. Ji bo ku tehl nebe demek dirêj di av şoravê da dimîne. Paşê tê xaşandin û dixin nav ava cemidî. Bacan piştî hin miameleyan dixin nav şerbetê û dikin rêçal."