Hüseyin Yıldız
30 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2025
Li Îdirê projeya ku hat amadekirin da ku Girên Heftreng li rotaya turîzmê were zêdekirin, mafê piştgiriyê bi dest xist.
Girên Heftreng ên li navçeya Tuzlucayê wekî ji qadên herî sereke yên turîzma siruştê balê dikişînin.
Projeya ku ji hêla Qaymeqamtiya Tuzlucayê hat amadekirina da ku girên bi rengên xwe yên zer, qehweyî, spî û boz va ku rewşeke nadir a li dinyayê ye li rotaya turîzmê bên zêdekirin, ji hêla Rêveberiya Pêşketina Herêmê ya Projeya Rojhilatê Anadoluyê (DAP) hat pejirandin.
Ji bo projeyê ji DAPê 5 milyon lire, ji Rêveberiya Taybet a Parêzgehê jî 3 milyon lire piştgirî dê bê dabînkirin. Di çarçoveya projeyê da bêyî ku zirar bigihêje deverê, rotayên meşê dê bên diyarkirin.
Di çarçoveya projeyê da her wisa kafeterya û otopark jî dê bê çêkirin da ku potansiyela turîzma herêmê xurtir bibe.