19 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2018
SÎVAS
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê Bedîrhan Mustafa Karakayayê 11 mehî tevlî diya xwe di êrîşa PKKya rêxistina terorê da şehîd ketibûn û bavê wî û xizmên wî rojbûna wî ya ewil li ser gora pîroz kirin.
Çawişê Binefser ê Cenderme Serkan Karakaya çû li navçeya Şarkişlayê çû ser gora jina xwe û sebiyê xwe yê 11 mehî ku di êrîşê da şehîd ketibûn.
Bav Karakaya gelek nepox bi gora sebiyê yê 11 mehî va girê da, xizmên wî jî pêlîstokên ku wê li xweşa sebiyê biçûna wek diyariya rojbûnê anîn û danîn ser gora wî.

Bav û mêr ê bi êş ku ji bo sebî û xanima xwe helbest nivîsîbû jî wan bi kêlika gorê va kir.
- "Kurê min rojbûna xwe li cihê herî xweş pîroz dike"
Karakaya li ser gorê daxuyanî da rojnamegeran û got ku wî rojbûna ewil a kurê xwe pîroz kir û wiha pê da çû: "Sala wî ya ewil a li bihûştê pîroz be. Ew tevlî Cenabê Pêxemberê me, meleyket û şehîdên me yên ezîz rojbûna xwe ya ewil li bihûştê pîroz dike. Me bi hev ra pîroz bikira jî wê xweş bûya lê Rebbê min wiha bixêr kiriye û qedera me wiha nivîsîye. Kurê min rojbûna xwe li cihê herî xweş pîroz dike."
Karakaya axaftina xwe wiha domand: "Ji bo Bedîrhanê min û Nurcana min di dilê min da çi derbas bû min ew nivîsî. Ji bo rojbûna wî min çend tişt nivîsîn. Em tên ser gora wan û ziyaret dikin, dia dikin."
Nameya ku Karakaya ji bo sebiyê xwe yê şehîd nivîsîbû bi kêlika kurê xwe va zeliqand.