Vegera koçeran a ji Erziromê ber bi Mêrdînê va dewam dike
Koçer Agît Bayar: "Em pezê xwe didin pêşiya xwe û dimeşin. Jin jî serê sibê di saet 05.00an da radibin û kon didine hev. Em hin caran bêhna xwe vedikin û paşê dîsa rêwîtiya xwe dewam dikin."
Muş
MUŞ
Koçerên ku biharê ji Mêrdîn, Sêrtê û Şanliurfayê bona çêrandina pezê xwe çûbûn zozanên Erzirom, Bîngol û Mûşê hêdî hêdî vedigerin.
Koçer di vegerê da barê xwe li hesp û keran dikin, pezê xwe derdixin rê û derdikevin rêwîtiyeke dûr û dirêj. Koçer danê evarê li rexê çemên ku ji wan re musaît e konên xwe vedidin û bêhna xwe vedikin.
Rêwîtiya koçeran qasî 2 mehan dewam dike. Koçer di rojê da qasî 7 kîlometre rê dimeşin.
Ji malbata koçeran yek jî malbata Bayar e. Malbata Bayar mehek beriya vê bi rê ketibû û niha gihiştine Mûşê.
Ji malbatê Agît Bayar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji Qerayazia navçeya Erziromê bi rê ketine û dixwazine biçine Mîdyada navçeya Mêrdînê. Bayar got ku piştî sermayê dest pê kir ew ji zozanê vegeriyan û wiha dewam kir:
"Rêwîtiya me hê dewam dike. Em encax di mehekê da gihiştin Mûşê. Hê em ê meheke din jî bimeşin. Em pezê xwe didin pêşiya xwe û dimeşin. Jin jî serê sibê di saet 05.00an da radibin û kon didine hev. Em hin caran bêhna xwe vedikin û paşê dîsa rêwîtiya xwe dewam dikin."