Armanca penaberên ku li dibistan, mizgeft, înşaet û keraxê çeman dimînin ew e ku di ser sînor re derbasî Tirkiyeyê bibin. Hin penaber li herêma di navbera Deriyê Sînor ê Xelîl Îbrahîm û Deriyê Gumrikê yê Xabûrê de hin jî li park, baxçe û înşaetan bi cih bûn. Armanca penaberan ew e ku derbasî Tirkiyeyê bibin û ji Tirkiyeyê derbasî welatên Ewropayê bibin.
Malbatên ji ber zilm û êrîşên rêxistina terorê ya DÎŞIyê revîn û hatin, li Zaxoyê di nav şert û mercên dijwar de dijîn. Li herêmê germahî di ser 50 pîleyî re ye, herêm pak nîne û tirsa penaberan ew e ku ji ber vê yekê nexweşînên şofî derbikevin holê.
Hamed Îsoyê li îstgeheke neftê li benda roja ku derbasî Tirkiyeyê bibin e got ku dema ji Şengalê revîn hin xizmên wan li herêmê man, hin mirin û hin jî ji aliyê DÎŞIyê ve hatin revandin.
Xeyrî Seydî jî îdia kir ku milîtanên DÎŞIyê qîzên êzdiyan direvînin û li xwe mehr dikin.
Seydî got ku hin milîtan jî dest dirêjî qîzên wan dikin û îfade kir ku wî gelek qîzên ji ber destdirêjiyê xwe kuştin dîtiye.
-Dergûşên penaber
Hin jinên êzdî di rê de hin jî li herêmên ku ji bo demeke kurt lê dimînin welidîn. Zehra Îsa jî ji wan jinan yek e. Zehra li baxçeyê dibistaneke Zaxoyê welidî.
Salih Îsa got ku ew bi welîdîna Zehra Îsayê kêfxweş bûn û wiha dewam kir: "Dema ku em ji gundê xwe revîn û me xwe sipart Çiyayê Şengalê xanima min ducanî bû. Xanima min di rê de pir aciz bû. Şert û mercên çiya dijwar bûn. Xanima min di vê dema krîtîk de têr nexwar û têr venexwar. Ji ber vê yekê ez pir tirsiyam. Dema ku em ji çiya daketin û hatin herêmê, sancoyên jina min zêde bûn û ew welidî. Piştî rêwîtiyek dijwar em bi welîdîna wê kêfxweş bûn. Ev bebik ji bo me û hemû penaberên li vir bû moral. Em difikirin ku navê bebika xwe "Aware" ku wateya wê penaber e deynin."