Ji bo êzdiyên ku ji Misûla Iraqê ji ber êrîşên DÎŞIyê ji herêma Şengalê reviyan û xwe spartin Sîlopiya navçeya Şirnexê alîkarî tên kirin.
Êzdî li avahiyên erdhejê yên AFADê hatin bi cîh kirin û Qaymeqamtiya Sîlopiyê jî rojê 3 danan xwarinê dide êzdiyan. Yên ku nexweşin jî, li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê tedawiyê dibînin.
Staffan Hesenê ku dema biçûk bû bi malbata xwe ve koçî Swîsreyê kir û li wir perwerde dît, bû bijîjk. Hesen dema bihîst ku gelê wî ji ber êrîşên DIŞÎyê xwe dispêrin Tirkiyeyê hate Sîlopiyê û li wir xizmetê dide wan.
Hesen ji nûçegihane AAyê re got ku ew ji eslê xwe ji Şengalê ye û bi êzdiyan re bi rehetî dikare biaxive. Hesen wiha dewam kir:
"Êzdiyên ku reviyane, jê hinek di rê de nexweş ketine. Bijîjk û hemşîreyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê dixebitin her tim wan miayene dikin û bi wan re baş diaxivin. Ji ber şer rewşa wan a derûnî xirab e. Hin caran bi wan re axaftin, ji derman jî çêtir e. Ji bo alîkariyan em spasdarê Tirkiyeyê ne. Êzdiyan li welatê xwe jî evqas rehetî nedîtibûn. Tirkiyeyê wek birayan em hembêz kirin."
Bijîjk Îbrahîm Evdî Reşoyê ku xwe spartiye Tirkiyeyê jî daxuyand ku Tirkiye mêvandariyeke baş nîşanî wan dide, guh dide hewcedariyên wan û dema ku çûn welatên xwe jî ew ê behsa van alîkariyan û mêvandariyê bikin.
- Ji Anadolu Agencyê re sipasî
Reşo sipasiya Anadolu Agencyê kir ku AAyê bi nûçeyên xwe ve derdê wan belavê dinyayê kiriye û wiha axivî:
"Mêvandariya ku me li Tirkiyeyê dît, me li welatê xwe jî nedît. Dewlet û gel bi hev re barek dane li ser pişta xwe û ev jî me hestiyar dike. Em ê her kesî re behsa van alîkariyan bikin. Ji bilî vê em sipasiya Anadolu Agencyê dikin ku zilma ku hate serême şopandin û ev zilma gihandin dinyayê."