Cüneyt Çelik,Kemal Can Çobanoğlu
30 Mijdar 2024•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2024
Ji ber serma û seqemê rûyê ava Gola Çildirê ya ku li ser rêya Qers-Erdxanê ye û li ser qadeke 123 kilomêtroyî ye, cemed girt.
Li Qersê germahiya hewayê di bin sifirê da 10 pile hat pîvandin.
Ji ber serma û seqemê rûyê ava Gola Çildirê cemed girt.
Ji welatiyan Atakan Daşdemirê li herêmê karê xizangên hespê dike, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku çend roj e ava golê cemed digire.
Atakan Daşdemir destnîşan kir ku geştiyar bere bere tên herêmê û got ku hefteya bê em ê li ser golê xizmetê bidin welatiyan.