Murat Çelik
06 Hezîran 2019•Rojanekirin: 11 Hezîran 2019
Ji cihên berbiçav yên turîstîk Qesra Îshaq Paşa, ku li Bazîda navçeya Agiriyê ye, di eyda Remezanê da bi ziyaretvanan tijî dibe.
Bi avahîsazî û taybetiyên xwe yên dîrokî va li herêmê Qesra Îshaq Paşa nîrxekî hêja ye û her sal bi hezaran mêvanên xwecî û biyanî diezimîne.
Qesra Îshaq Paşa di eydê da xalî namîne
Ziyaretvanên ji çar aliyê welêt û dervayî welêt hatine Bazîdê, li pêşberî Qesra Îshaq Paşa ya dîrokî ku 7 kîlomêtre ji navçeyê dûr e û li ser girekî bilindahiya wê 1900 mêtre ye, dibine hejmetkar.
Ji ziyaretvanan Batuhan Guneş ji nûçegihanê AAyê ra ragihand ku ew ji Romanyayê hatiye û di betlaneya 9 rojî ya eydê da li cihên dîrokî û çandî digere û wiha got:
"Qesra Îshaq Paşa, ji dû Qesra Topqapiyê ra li welêt bi mezinahiya xwe va qesra duyemîn e û çanda me pir xweş nîşan dide. Ji hêla erdnîgarî va li cihekî pir xweş hatiye avakirin. Bi taybetî ez bûm heyranê zindan û mizgefta wê. Ez pêşniyazî her kesî dikim ku werin bibînin."
Erdal Şîmşekê Wanî jî got ku seba vê avahiya dîrokî bibîne ew her sal tê vê herêma dîrokî û diyar kir ku bi reng û rûyê xwe yê dîrokî û qedîm va qesr ji bo ger û kêfê mekanekî bijare ye.