Türkan Tosun
04 Sibat 2021•Rojanekirin: 05 Sibat 2021
Li Bexdaya paytextê Iraqê qaqlîbazên li ser Çemê Dîcleyê difirin bi pêşbaziya ji bo tîke nan dîmenên xweş derdixin holê û can didin bajêr.
Qaqlîbazên ji welatên dûr koç kirine hatine Çemê Dîcleyê li ser Pireya Cadîriyeyê difirin û hewl didin ji destê mirovan tîke nan û sîmîd bixwin.
Bûk û zavayên nû zewicîne tên li ser pirêya ku qaqlîbazan xemilandiye û wêneyan dikşînin.
Qalîbaz wek “Nevarîs Dîcle” (Qalîbazên Dîcleyê) tên binavkirin, reng û rûyeke xweş didin bajarê ku ji teqîn, şer û tundiyê westiyaye.
- Ji bo qaqlîbaz têr bibin û nêçîra wan neyê kirin 8 sal e hewl dide
Tahir Kerîmê li ser Pireya Cadîriyeyê 8 sal e cîps û genim difroşe got ev der li Bexdayê cihekî xweş e ku meriv tên lê digerin.
Kerîm anî ziman carna polês destûrê nade ew dezgeha xwe veke û wiha dewam kir: Ji ber vê qaqlîbaz carna birçî dimînin. Ez rojê 200 û 300 poşet cîps difroşim. Li Bexdayê êdî mal ne wek berê ne, baxçe neman, ew li ser qadên 50-60 mêtroqereyan tên çêkirin. Ji ber vê meriv ji bo bêhna xwe bidin tên li vir û bi qaqlîbazan ra eleqedar dibin. Dema hinek dixwazin wan bigirin ez nahêlim."
Haydar Hadiyê ji Bexdayê jî wiha got: "Ez di dawiya hefteyê bi malbata xwe ra têm vê derê. Ev der ji bo me cihekîbêhnvedanê ye."
Alî Kazim jî got ew bi qîza xwe û kurê xwe va êm dide qaqlibazan û wiha dewam kir: "Em hînî zarokên xwe dikin ku ew zirarê nedin heywanan."