Jiyan

Pîrika 105 salî rojiyê digre û ji ber vê kêfxweş e

Zeynep Kisa: "Şikir ji Xwedê ra ez gihîştîm vê meha Remezanê jî. Ez di Remezanê da nimêj dikim, rojiyê digrim. Ji bo alema Misilmanan diayan dikim."

Türkan Tosun  | 13.05.2019 - Rojanekırın : 15.05.2019
Pîrika 105 salî rojiyê digre û ji ber vê kêfxweş e

Adıyaman

Zeynep Kisaya 105 salî ya ku li Adiyamanê dijî ji ber ku dîsa gihîşte meha Remezanê pir kêfxweş e.

Kisa xwedî 6 zarok û 40 neviyan e, li gundê Bozatliya 40 kîlomêtro dûrî navendê bi tena serê xwe dijî.

Ew her çiqas 105 salî be jî rojiya xwe digre û nimêja xwe dike.

Kisa di nav rojê da Qur'anê dixwîne, diayan dike û bi van îbadetan benda fitarê disekine.

- " Ez ji 7 saliya xwe pê va rojiyê digrim"

Zeynep Kisayê ji nûçegihanê AAyê ra got berê mehên Remezanê xweştir derbas dibûn.

Kisayê got ew ji 7 saliya xwe pê va rojiyê digre, ji bilî meha Remezanê ew rojiyên 3 mehan jî digire.

Kisa wiha axivî: "Şikir ji Xwedê ra ez gihîştîm vê meha Remezanê jî. Ez di Remezanê da nimêj dikim, rojiyê digrim. Ji bo alema Misilmanan diayan dikim. Şikir niha tu nexweşiyeke min tune. Xwedê sihetê bide ezê rojiyên xwe bigrim. 6 zarokên min û 40 neviyên min hene. Zarok û neviyên min ji min ra dibêjin 'rojiyê negre, em fitreyê bidin' lê çi dibe bila bibe ez dev ji rojiyê bernadim."

Pîrika Zeynep ji ciwanan ra got bila ew îbadetên xwe bikin, bi taybetî dia, rojî û sedeqeyê ji bîr nekin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın