11 Gulan 2016•Rojanekirin: 12 Gulan 2016
ADIYAMAN
Parlementerê Stenbolê yê AK Partiyê Mehmet Metîner got, "Emê di 22yê gulanê da xwe nû bikin."
Metîner di axaftina xwe ya li civîna Serokatiya Navçeya Kahtayê (Kolik) ya partiya xwe da destnîşan kir ku lîderê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan e û ewê li ser îstiqameta ku ew nîşan dike, bimeşin.
Metîner diyar kir ku Serokomar Erdogan ne bi tenê nirxê partiya xwe, herwiha lîderê Tirkiyeya nû ye jî û wiha axivî, "Emê di 22yê gulanê da xwe teze bikin. Îdealên wî îdealên me ne, rêgezên wî rêgezên me ne, îstiqameta wî îstiqameta me ye. Heger bîet be me got bîet, heger îtaet be me got îtaet, em bi mirina xwe li dû ne. Şikir ji Xwedê ra ku lîderekî me yê wiha bihêz heye. Hûnê di kongreyê da jî bibînin. Emê rêveberiyeke zehf hêzdartir ava bikin. AK Partiyê ji berê jî hêzdartir be."