Türkan Tosun
17 Tebax 2018•Rojanekirin: 21 Tebax 2018
GAZÎANTEP
Li Gazîentabê Îbrahîm û Sîbel Esen di meha adarê de di carekê de bûn xwedî pênc dergûşan. Piştî tedawî û kontrola 4 mehan a li nexweşxaneyê ew bi sax û silamet gihîştin dergûşên xwe.
Îbrahîm Esen (25) û Sîbel Esen (26) 8 sal berê zewicîn, piştî du zarokan Selda (6) û Huseyîn (3) xwestin cardin bibin xwedî zarok.

Sîbel Esen dema ducanî bû hat tespîtkirin di zikê wê de pênc hevalcêwî hene û rewşa 3 dergûşan ne baş e.
Doxtoran xwest ku zarokên nexweş hildin, lê Esenê qebûl nekir û di meha adarê de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepandinê ya Şahînbeyê ya Zanîngeha Gazîentabê bi sezeryanê ew bû dayika pênc zarokan.

Malbatê navê zarokan danî Aslihan, Ahmet, Berat, Mesut û Mahmut Selîm û ew 4 mehan di nexweşxaneyê de man.
Zelîha Esena xwesiya Sîbelê alîkariya wê dike, bavê zarokan Îbrahîm jî dev ji karê xwe berdaye da ku alîkariya jina xwe bike.
- "Me xewa şevan ji bîr kir"
Îbrahîm Esen ji nûçegihanê AAyê ra got ev ji wan re bûye suprîzeke mezin lê şikir sax û silamet ew hatine mala xwe û wiha axivî: "Jina min ji ber ku bi wan re nagihîne nexweş ket me ew rakire nexweşxaneyê. Ez, jina min û diya min zarokan dinêrin. Pir zehmet e. Xwedîkirina zarokekî û pênc zarokan pir cuda ye. Rojê dîsa baş e, xwîşka min û birayê min tên alîkariya me dikin. Lê şev zehmet e. Em zikê yekî têr dikin û dibêjin emê bikevin xewê, yê din radibe. Me xewa şevan ji bîr kir. Em pir zehmetiyê dikşînin, lê emê li ber xwe bidin."

Zelîha Esena pîrika zarokan jî got heta ku ji destê wê tê ew alîkariya kurê xwe û bûka xwe dike, lê dîsa jî ew pê ra nagihîne.
Esenê got ew rojê 1-2 pakêt mama dixwin û 1-2 pakêt pîne xerc dikin û wiha dewam kir: "Ya ku em dixwazin bila alîkariya me bikin ku em van zarokan xwedî bikin. Ez û bûka xwe bi tena serê xwe nikarin. Jixwe Sîbel jî nexweş ket."
Esenê behsa 7 zarokên xwe kir û got wê 7 zarok mezin kiriye, lê evqasî newestiyaye.