Fatih Gazioğlu
17 Tebax 2018•Rojanekirin: 18 Tebax 2018
SÊRT
Li Sêrt, Batman û Şirnexê hin saziyên civakî yên sivîl, esnaf û polêsan li ser banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dowîzên xwe hûr kirin.
Serokê Yekîtiya Mêşvanên Sêrtê Faîk Efe got ku kesên 100 dolar hûr kirin û dekonta jî wî ra anîn ew ê kîloyek hingîv bidin wan. Efe diyar kir ku divê her kes dolarê xwe hûr bike û wiha axivî:
"Dixwazin ji ser dolar ra aboriya me xirab bikin. Lê em nahêlin. Heman tişt 15yê tîrmehê bi hewldana derbeyê jî kirin lê têk çûn û bi îzna Xwedê wê dîsa têk biçin. Kesên 100 dolarê xwe hûr kirin û dekonta wê ji min ra anîn ez ê kîloyek hingîv bidime wan. "
- Batman
Li Batmanê jî endamên Komeleya Pîşesaz û Karsazên Misteqil (MUSÎAD), Komeleya Karsaz û Pîşesazan (TUMSÎAD), Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Batmanê, ASKON, Borsaya Bazirganiyê, Serokatiya Odeya Çandiniyê û yên Komeleya Karsazên Asrinê (ASRÎAD) hatin buroyên dowîzê û bi qasî 30 hezar dolarê xwe hûr kirin.
Wekîlê Serokê Odeya Sanayî û Bazirganiyê yê Batmanê Bayram Demîrhan got armanca Amerîkayê xirabkirina aboriya Tirkiyeyê ye û wiha axivî: "Lê em nahêlin. Em îro bona hûrkirina dolaran li vê derê ne. Ez bangî hemû kesan dikim, werin û dolarên xwe hûr bikin û arîkariyê bidin vê kampanyayê."
- Şirnex
Li Cizîra navçeya Şirnexê jî polêsên Midûriyeta Navçeya Ewlehiyê bona hûrkirina dolaran li ber deriyê buroyên dowîzê kom bûn.
Wekîlê Midûrê Ewlehiya Navçeyê Alptekîn Ozgen got ku ew ambargoya Amerîkayê nas nakin û wiha axivî: "Em û gelek memûrên me hatin vê derê û me dolarên xwe hûr kirin. Em Amerîkayê protesto dikin."