Abdullah Tel
10 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2018
BATMAN
Li Sîlwana navçeya Diyarbekirê leglega birîndar hatibû dîtin ji hêla ekîbên Midûriyeta Karên Beytariyê ya Şaredariya Batmanê ku Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî kiribû va, hat dermankirin.
Ekîbên Midûriyeta Karên Beytariyê ya Şaredariya Batmanê dema ku leglega birîndar a li nêzî Pireya Malabadê hatibû dîtin kontrol kirin dîtin ku baskê wê şikestîye.
Li ser vê teşhîsê ji bo tedawiyê ekîbê leglegê emeliyat kir û di baskê wê yê şijestî da platîn bi cih kir.
Xebatkarên saziyê navê "Milyaketa Spî" li leglegê danîn û ragihandin ku heta demekî tedawiya dewam bike û piştî ku baş bû jî wê leglegê berî dehlê bidin.