Haydar Şahin
03 Hezîran 2017•Rojanekirin: 06 Hezîran 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfaya ku bi çanda xwarin û xurekê tê naskirin piştî fitarê û paşîvê kibaba cegerê dixwin.
Li bajêr di remezanê da li gor mehên din xwarina cegerê zêde dibe. Ji piştî fitarê hetanî paşîvê hema li her aliyê bajêr li destgehên seyar kibaba cegerê çêdikin. Welatî li ser kursiyên li rexê rûdinin û kêfa cegerê ku li ser agir tê pijandin derdixin.
Li bajêr goşt zehf tê xwarin, li gor hewcedariyê ji bajarên din cegerê tînin vê derê. Tûrîstên xwemalî û biyanî yên ku tên bajêr kibaba cegerê dixwazin. Porsiyona cegerê di navbera 12-15 lireyî da tê firotin. Di porsiyonê da ceger, nanê loş, pîvaz, bîbera ku li agir hatiye pijandin, bexdanos, pung, çeqilmast an jî ava şêlimê hene.
%2Fcigerere.jpg)
- "Em xwe pê ra nagihînin"
Serokê Odeya Esnafên Şanliurfayê Mehmet Kaçak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Şanliurfa bi xwarinên xwe yên herêmî va ciyekî girîng digre.
Kaçak diyar kir ku li Tirkiyeyê kibaba cegerê ya herî xweş li Şanliurfayê tê çêkirin û wiha pê da çû:
Bajarê pêxemberan bi her tiştên xwe va cuda ye, bi dîroka xwe va, xwarina xwe va... Bi taybetî di mijara xwarin û xurekê da girîng e. Kibaba cegerê ya Urfayê ji cîgera berxan tê çêkirin. Çaxa ku cîgera berxan hûr hûr parçe bikin pijandina wê hesan dibe û tehma wê zêde dibe. Bi sedan ciyên li bajêr kibaba cegerê tê firotin. Di rojê da 4-5 ton ceger tê firotin, kêm zêde 2 ton ji bajêr tê temînkirin. Ya dinê jî ji Gazîentab, Diyarbekir û Adiyemanê tê temînkirin."
Îbrahîm Çanakê hosteyê cegerê got 20 sal e meslegê bavê xwe didomîne.
Çanak got kibaba her xweş ji cegera berxan tê çêkirin û got, "Kibaba cegerê li Şanliurfayê edetek e. Bi taybetî di remezanê da zêde tê xwarin. Di fitar û paşîvê da zehf tê firotin. Ocaxa me qet vala nasekine. Em xwe pê ra nagihînin.