Penaber li ser gotinên 'Dê Almanya penaberan bihewîne' ji bo herîn Edîrneyê hatin otogara mezîn ya Stenbolê ya li Bayrampaşayê.
Penaberên di nav wan de jin û zarok jî hene bi heviya Ewrojayê ji bo herîn Edîrneyê bi şev li hewşa mizgefta otogarê û derdorê kon vedan û lî ser betaniyeyên raxisin raketin. Polêsan li derdorê tevdîrên ewlehiyê girt.
-Daxuyaniya Walîtiya Stenbolê
Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn duh daxuyanî da û got ku penaberên Sûriyeyî ji ber gotinên li ser malpera civakî hatin bajêr. Pediviyên penaberan hat çarêserkirin û hişyar kiribû ku guhê xwe nedin gotinan.