Günay Nuh
15 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2023
Midûrê Meteorolojiyê yê Erdexanê Huseyîn Geçgel ji 700î zêdetir eşyayên antîka berhev kirine û bi qismekî eşyayên antîka odeya xwe ya miqam jî xemilandiye.
Geçgel li Mêrsînê di piçûktiya xwe da dest pê kiriye û eşyayên antîka berhev kiriye, bi piştgiriya kesên derdora xwe va jî eşya kiriye û di malê da daye ser hev.
Geçgel ji 700î zêdetir eşyayên antîk berhev kir û ji ber ku wek midûrê meteorolojiyê hat tayînkirin, qismekî eşyayên xwe bi xwe ra anî Erdexanê û miqamê xwe bi van eşyayan xemiland. Odeya miqam a Geçgel wekî muzeyê ye.

Huseyîn Geçgel ji nûçegihanê AAyê ra got ku kesên wî û saziyê ziyaret dikin, herî zêde plakên dîrokî û dergûşên pêlîstok bala wan dikişîne.
Geçgel daxuyand ku nêzî 20 sal berê eşqa wî li ser eşyayên antîka çêbû û wî ji 700î zêdetir eşya berhev kirin û wiha dewam kir:
"Ji bo ku van berhev bikim, min heta niha milyonek lire xerc kir. Li miqamê min sîkkeyên dewra Ebdulhemîd Xan, wêneya 15 saliyan, dergûşên porselen ku li Almanyayê bi por û kincên jinan hatine çêkirin û mecmueyên dewra Osmaniyan diparêzim û ji vê kêfxweş im. Ji ber ku nû hatim Erdexanê min qismekî van eşyayan bi xwe ra anî. Ez ê hê bînim."

Geçgel daxuyand ku dilê wî heye bi eşyayan pêşangehê veke û wiha dewam kir:
"Di destê wî da plakên Zekî Muren û Neşet Ertaş jî hene. Teraziyên berê jî hene. Pêlîstokên zarokan yên salên 1800î balê dikişînin. Destê min naçê ku bifiroşim an jî bidim hinekan. Tapiyên dewra Osmaniyan, koleksiyona plakan li cem min hene."