Soner Aksakal
10 Sibat 2026•Rojanekirin: 11 Sibat 2026
Cenazeyê Bulent Akyurek ku yek ji nivîserê wêjeya Tirkî ye li navçeya Golbaşiya Enqereyê hat definkirin.
Ji bo Akyurekê ku di 57 saliya xwe da jiyana xwe ji dest da piştî nimêja nîvro li Goristana Golbaşiyê nimêja cinazê hat kirin.
Di merasima cenaze da Waliyê Enqereyê Vasip Şahin, Alîkarê Wezîrê Navxweyî Bulent Turan, Parlamenterên Partiya Saadetê Mesut Dogan û Bîrol Aydin, Şaredarê Golbaşiyê Yakup Odabaşi, malbat û xizmên Akyurek û gelek kesên ji civakên siyasî, çandî û hunerî amade bûn.