ANKARA
Li Stenbolê Sûltanahmet û Eyûb Sultan jî di nav de li hemû mizgeftan nimêja terewîhê ya yekem hat kirin.
Li Sûltanahmetê beriya nimêja terewîhê fezîlet û bereketa meha remezanê hat vegotin. Di mizgefta ku bi mêr û jinan tije bûbû, bala tûrîstan jî kişand.
Li Eyûb Sultanê mêr di hundirê mizgeftê û li hewşa derve, jin jî di hewşa hundir ya mizgeftê de nimêj kirin. Piştî nimêjê Quran hat xwendin û dua hat kirin.
Ji bo çalakiyên remezanê yên ku Şaredariya Eyûbê li dar dixe sehneyeke mezin hat çêkirin û tê de ji sehneyên fîlmê "Bangawazî" çend dîmen hatin dayîn.
Wekî din Li Sûltanahmetê mahyayeke bi navê "Merheba ey Şehrê Remezan" li Eyûb Sultanê jî "Tu bi xêr hatî Remezana Bimbarek" hat dardakirin.
Ardahan
Li Ardahana ku berî bajarên din dikeve rojiyê nimêja terewîhê hat kirin. Ardahanî li mizgefta navend hatin li cem hev û weaza Miftî Galip Akın guhdarî kirin û dest bi nimêjê kirin.
Diyarbakir
Li Diyarbekirê jî dîsa bi munasebeta destpêka rojiyê gel ber bi mizgeftan herikî û nimêja terewîhê ya yekem kir. Li bajarê Sehabî û Pêxemberan Diyarbekirê li Mizgefta Bedîuzzeman beriya nimêjê weazeke li ser girîngiya remezanê hat vegotin.
Sûrîyeyî nimêja terewîhê ya yekem kirin.
Xelkê Sûriyê yên ku li Gazîantep, Hatay, Şanlıurfa, Kahramanmaraş û Kîlîsê vehewiyane nimêja terewîhê ya yekem kirin.
Gaziantep
Sûriyeyên ku li navçeya Nîzîpê ya li ser Gaziantepê di kon û konteyniran de dimînin, nimêja xwe ya terewîhê di mescid û mizgeftên ji kon û konteyniran de kirin.
Ji ber ku mescid tije bûn hin Sûriyeyî nimêjên xwe yên terewîhê li ser xalîçeyan, li derve kirin.
Şanlıurfa
Li navçeya Akçakaleyê ya Şanlıurfayê nêzî 30 hezar Sûriyeyî nimêja terewîhê kirin.
Mêr û jinên Sûriyeyî yên ku li Tesîsên Suleyman Şah dimînin, di 20 mescidan de li pey melayên Sûriyeyî nimêja xwe kirin.
Kahramanmaraş
Li Kahramanmaraşê jî mêvanên Sûriyeyî nimêja terewîhê ya yekem kirin. Bi banga eşayê re gelek zar û jin û xort dest bi îbadetên xwe kirin.
Kilis
Sûriyên ku li bajaroka konteynir dimînin nimêja terewîhê ya yekem kirin.
Piştî nimêjê ji bo ku zilma li Sûriyê biqede dua kirin.
Hatay
Li Hatayê jî li bajarê di nav eraziyên TEKELA nevçeya Yayladagıyê hatiye damezrandin de Sûrîyî nimêj kirin.
Melayê mizgefta konebajarê TEKELê Şêx Fadil got ku em ji welatê xwe dûr û xemgîn in.
Fadil da zanîn ku em li Tirkiyê xwe wek li mala xwe hîs dikin lê belê heke em li welatê xwe bûna, em ê cuda bûna. Li vir her gav em mirovên nîvco ne, lê dîsa jî em ê îbadetên xwe bikin. Em ê di remezanê de ji Sûrî, Misir û hemû alema îslamê re dua bikin.
Erzurum
Erzurumî jî bi taybetî çûne mizgeftên dîrokî yên li bajêr. Erzurumî herî zêde çûn mizgeftên bi navê Ulu Cami, Lalapaşa Cami, Murat Paşa Cami, Gürcükapı Cami.
Beriya terewîhan Quran hat xwendin û dua hat kirin.
Kars
Li Karsê jî welatî li mizgefta Evliya hatin li cem hev û Quran xwendin û nimêj kirin.
Berî terewîhê weaz hat dayîn û girîngiya remezanê hat vegotin û ji bo Misrîyan jî dua hat kirin.
Cemaat piştî nimêjê Tirba Seyid Ebû'l Hasan Harakani ziyaret kir.
Şanlıurfa
Li bajarê Şanlıurfayê ku bi tûrîzma baweriyê bi nav û deng e, nimêja terewîhê hat kirin. Welatiyên ku berî nimêjê li derdorê Balıklıgolê û şikefta Hz. îbrahîm geriyan û dua kirin, piştre derbasî nimêjê bûn.