DİYARBAKIR
Li Diyarbekirê di vebûna bestenîfiroşî de besteniya nîvtonî bi vînçê daxistin û bê pere li milet belav kirin.
Li navçeya Kayapinarê di vebûna bestenîfiroşî de besteniya nîvtonî bi birek û satoran jê kirin û bê pere li milet belav kirin.
Xwediyê kargehê Mehmet Şimşekoglu da zanîn ku besteniya nîvtonî bi vînçê anîne dikanê. Şimşekoglu wiha got:
''Me bi alîkariya hosteyê bitecrûbe besteniya nîvtonî bi birek û satoran jê kir û îkramê milet kir. Ev bû dikana me ya sêyem. Bi vê kargehê re me hejmara xebatkarên xwe derxist 20an. Armanca me ew e ku em 150 kesî bikin xwedî kar.''
Welatiyan ku eleqeyeke bêhempa nîşanê vebûnê dan, her wiha besteniyê jî di nav nîv saetê de qedandin.