Nihat Kavşut
13 Gulan 2017•Rojanekirin: 14 Gulan 2017
XAN YUNUS
Luey Neccarê ji Filistînê yê li Xezeyê di operasyona esmanî ya Îsraîlê da herdu lingên wî jî seqet bûn li cem malbat û xizmên xwe paletiyê dike.
Neccarê di sala 2009an da li Xuzaya Xezeyê di operasyona esmanî ya Îsraîlê da dema dixwaze jineke birîndar xilas bike herdu lingên wî jî seqet dibin û 25 rojan di qomayê da dimîne û îro bi halê xwe yê seqet dixebite û bi kêrî derdora xwe tê.

Luey Neccarê 28 salî li Xezeyê ji bo çinîna genim, ceh û nîskan diçe ser zeviyê û alîkariya malbat û xizmên xwe dike. Neccar ji bo komkirina zeytûnan jî alîkariya dost û hevalên xwe dike.
Neccar der barê rewşa xwe da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir piştî ji qomayê derketiye zor û zehmetî kişandiye û peyra rewşa xwe qebûl kiriye.
Luey Neccar diyar kir ku digel şert û mercên dijwar dîsa jî heyata xwe dewam dike.