Jiyan

Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê bi turîstan geş bû

Navenda kaşûnê ya di nav daristanên Sariçam a raqima wê 2 hezar û 634 e da cî digire bi turîstan geş bû û ew kaşûn û snowboardê dikin û têra dilê xwe kêf dikin.

31.03.2021 - Rojanekırın : 01.04.2021
Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê bi turîstan geş bû

Kars

 Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê ya li Sariqamişa navçeya Qersê ku zivistanê ji navendên kaşûnê yek e digel biharê bê mêvan namîne û di van rojan da jî bi tursîtan geş e.

Navenda kaşûnê ya di nav daristanên Sariçam a raqima wê 2 hezar û 634 e da cî digire û niha stûriya berfê ya li serê jî nîvê bejna mirovekî ye.

Di van rojên destpêka biharê ne da navend xalî nîne û turîstên xwemalî û biyanî yên li navendê ne kaşûn û snowboardê dikin û têra dilê xwe kêf dikin.

Serokê Komeleya Otêlên Kaşûnê ya Sariqamişê Halît Taş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji hêla stûriya berfê va tu pirsgirêk tuneye û turîstên xwemalî û biyanî digel meha biharê ji kêfa kaşûnê mehrûm namînin.

- "Bo me heyameke xweş bû"

Taş destnîşan kir ku li herêmê berf zêde barî û wiha domand: "Li navenda kaşûnê bi qasî metre û nîvek berf heye. Ev heyam wê heta nîsanê jî dewam bike. Li pîstên me niha berfa ku li gorî dilê hezkirên kaşûnê ye heye. Li hemû otêlan ji ber şewbê tewdîrên berfireh hene. Ji bo me heyameke têr û tijî bû û xweş derbas bû."

Hîndekarê kaşûnê Mustafa Ustundag jî got ku di vê hewaya xweş da kirina kaşûnê gelek xweş e û bangî herkesî kir ku bila di van rojên dawîn ên heyama kaşûnê ne da ji vê kêfê mehrûm nemînin û werin navendê û kêf bikin.

- Turîstên xwemalî û biyanî gelek diecibînin

Turîstên xwemalî û biyanî eleqeyê nîşanî Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê didin û ji Kocaeliyê Ugurcan Ozkayayê hatibû Sariqamişê got: "Îsal heta dawiya adarê berf barî û ev zêde nayê dîtin. Pîstên li vê derê niha gelek baş in. Ez hêvî dikim di meha nîsanê da jî heyama kaşûnê dewam bike."

Ayda Kadîrzadeya ji Îranê hatibû Cibiltepeyê jî ragihand ku evder cihakî gelek xweş e û pir ecibandiye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.