Hewl û xebatên ekîbên rêvekirinê bi droneyê va hat kişandin
Ekîbên rêvekirinê bi makîneyên kar va ji bo rêya Erzirom-Tekmanê ya ku ev demeke dirêj e girtî ye vekin di nav berfa ji bejna mirov derbas dibe da hewl didin.
Erzurum
ERZURUM (AA) - Li Erziromê ekîbên rêvekirinê bi makîneyên kar va ji bo Tekmanê ya ku ev demeke dirêj e girtî ye vekin dixebitin û hewla wan jî ji alî ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) va bi droneyê hat kişandin.
Ekîbên Midûriyeta Herêma 12mîn a Rêbejê ji bo Derbasoka Palandokenê ya raqima wê 2 hezar û 885 ku bo xwe gihandina Tekmanê rêyeke alternatîf e, vekin dixebitin.
Di xebata berf paqijkirina ser rê da wesayîtên berf avêtinê, kepçe, greyder û kapyonên malê rêbejê tevlî 8 personelan dixebitin.
Ekîba rêbejê hêvî dike heta roja îniyê wê rêya ku stûriya berfê ji bejna mirov derbas dike, vekin.
Xebatên bo rêvekirinê bişev û biroj dewam dike û hewla wan a bo vekirinê jî ji alî ekîba AAyê va bi droneyê va hat kişandin.