Jiyan

Navê karika di nav agir da hat dinyayê danîn "Mucîze"

Süleyman Elçin  | 30.07.2021 - Rojanekırın : 03.08.2021
Navê karika di nav agir da hat dinyayê danîn "Mucîze"

Antalya

Navê karika hat diyarkirin di nav agirê şewata daristanê ya li Manavgata navçeya Antalyayê da hat dinyayê danîn "Mucîze".

Sercan Bayatê 30 salî yê li Taxa Kalemlerê mal, tewle, wesayîta wî şewitî, hin pez û dewarên wî mirar bûn 3-4 saet piştî texliyekirinê vegeriya mala xwe.

Bayat dema çû malê dengê karikê bihîst û dît ku di nav xweliya şewitî da karikek heye. Bayat karik da hembêza xwe û bir ciyekê ewledar û navê karikê danî "Mucîze".

Bayat daxuyanî da nxwçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî nîvro dema şewatê dest pê kir û agir avête gundê wan.

Bayat destnîşan kir ku cendirmeyan hişyarî dan wan ku gund vala bikin û wiha pê da çû: "Heywanên me ji bo me ji her tiştî bi qimettir in. Min ew terk nekirin. Dema agir bi her alî ket min çêlek berî rastê da. Bizin jî ji qada şewatê dûr xist. Di dest û lingê min da hin cî şewitîn. Di vê demê da hin heywanên min mirar bûn. Çêlekên avis û hin bizin mirar bûn. Ji ber agir me tax terk kir."

- "Di nav vê felaketê da ji me ra bû teselî"

Bayat got ji dûr va malên xwe yên ku şewitîn mêze kirin û wiha axivî: "Her tişt xilas bû. Gundê me şewitî em 3-4 saet şûnda vegeriyan. Min li pêşiya malê di nav agir da karika piçûk dît. Çend saet berê hatibû dinyayê. Ev wekî mucîzeyê bû. Li herêma alavê agir 6-7 mêtro bilind bû da çito hat dinyayê min fehm nekir. Di nav vê felaketê da ji me ra bû teselî. Qet ji cem xwe dûr naxim. Bû hêvî û şahiya me. Emê her tim hev ra bin."

Bayat got piştevaniya dewletê her tim li cem xwe dît, zirara wan mezin e û bawer dike ku ew ê birînên wan werin pêçan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın