Önder Beyter
02 Nîsan 2020•Rojanekirin: 05 Nîsan 2020
MÛŞ (AA) - Li Mûşê welatiyên nabîna bi weşana bideng (Podcast) a ku Ajansa Anadoluyê (AA) di çarçoveya Vîzyona Sala 100emîn da da destpêkirin, rojeva Tirkiyeyê û cihanê ji ser têlefonên xwe yên mobîl dişopînin.
AAya ku bi nûjeniyan va serkêşiya sektora medyayê dike, bi weşana podcast ku 7ê sibatê da destpêkirin va derfetê pêşkêşî nabînayan dike ku çêtir nûçeyan guhdarî bikin.
Nabînayên ku li bajêr dijîn, nûçeyên ku nikarin ji radyo û têlevîzyonê bişopînin, bi bernameya ku dadixînin têlefonên xwe va ji her derî dikarin rojeva Tirkiyeyê û cihanê bişopînin.
Xelkê bajarokê Karaagaça Mûşê Omer Samukê nabîna ku 32 salî ye û bavê 3 zarokan e, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew bi xêra weşana bideng a AAyê va rojeva Tirkiyeyê û cihanê dikare çêtir bişopîne.
Samuk diyar kir ku bi weşana bideng va ew dikare nûçe û geşedanên girîng guhdarî bike.
Ahmetê birayê mezin ê Samuk jî got ku wan, sepana Podcast a AAyê daxist têlefona Omer.
Cengiz Ayê bavê 5 zarokan ku li Taxa Sunayê dijî jî diyar kir ku çavê wî yê rastê qet nabîne, yê çepê jî ji sedî 20 dibîne û lewma jî ew, bi rûdanên ku li cihanê diqewimin ji ser weşana bideng a AAyê dihise.