30 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2016
AGRI
Li Agiriyê minareya mizgefta ku di bin ava Bendava Yaziciyê da ma bala ziyaretvanan dikişîne.
Li gundê Başçavuşa ku 18 kîlomêtro dûrî Agiriyê ye, piştî çêkirina Bendava Yaziciyê minareya mizgeftê di bin avê da ma.
Dîmenên minareya mizgeftê havîn û zivistanê bala ziyaretvan û wênekêşan dikişîne.
Ji gundiyan Omer Akkaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku piştî çêkirina bendavê gelek mal û mizgefta gund di bin avê da ma.
Akkaya diyar kir ku mala wî di bin avê da nemaye û wiha got: "Berê li gund 250 mal hebûn, niha 22 mal mane. Piraniya gund koçî Stenbol û Gebzeyê kirin."
Akkaya diyar kir ku dîmenên minareyê bala xelkê dikişîne.