Jiyan

Mexdûrên erdhêja Wanê bobelata hat serê wan ji bîr nakin

Murat Yorukê ku di erdheja Wanê da xanima wî û 3 zarokên wî wefat kirin: "Ji ser bûyerê ra 10 sal derbas bûye û lê êş û kesera me wek roja ewil e."

Mesut Varol  | 22.10.2021 - Rojanekırın : 25.10.2021
Mexdûrên erdhêja Wanê bobelata hat serê wan ji bîr nakin

Van

 Li Tuşbaya navçeya Wanê di 23ê Cotmeha sala 2011an bi lerza 7,2an erdej çêbû û Murat Yurukê ku wê rojê xanima wî û 3 zarokên wî di erdhejê da wefat kirin wê rojê ji bîr nake.

Êş û kesera mexdûrên erdheja Wanê digel derbasbûna 10 salan hê jî wek roja ewil e û ew nikarin wê demê ji xwe bîr bikin.

Li Taxa Dagonuya ser navçeya Tuşbayê 12 jê zarok 15 kes di bin enqaza xaniyên ji ber erdhêjê hilweşiyan da man û wefat kirin. Ji mexdûrên wê erdhejê yek jî Yuruk e û di wê erdhêjê da xanima wî û 3 zarokên wî wefat kirin û niha ew û qîza wî Esmanur a 11 salî dijîn.

Yorukê ku di salvegera 10emîn a erdhejê da çû ser gora jin û zarokên xwe hêstir barand û dia kir.

- "Bi rastî jî me êşeke mezin kişand"

Yurukê daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku herî firsenda wî çêdibe ew tê ser gora jin û zarokên xwe wiha domand: "Xanima min, 3 zarokên min, apê min, pismamê min û du zarokên xalê min di erdhejê da wefat kirin. Ji ser bûyerê ra 10 sal derbas bû lê êş û kesera nav dilê me hê jî wek roja ewil e. Bi rastî jî me êşeke mezin kişand. Lê digel wan êşan em jiyana xwe mecbûr in bidomînin."

Yuruk got ku di roja erdhejê da dinya li ser serê wan tarî bû û wiha pê da çû: "Di wê demê da him ji bo xilaskirina zarokên xwe û him jî ji bo xilaskirina cîranên xwe min hewl dida. Wekî roja qiyametê bû. Li gundê me 12 kes mirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın