Jiyan

Kesên di erdheja Wanê da miribûn hatin bibîranîn

Necmettin Karaca  | 23.10.2021 - Rojanekırın : 24.10.2021
Kesên di erdheja Wanê da miribûn hatin bibîranîn Necmettin Karaca - AA

Van

Kesên di erdheja bi lerza 7,2yê ya di 23yê cotmeha 2011an da li Wanê çêbibû da miribûn li Erdîşê hatin bibîranîn.

Nurî Mehmetbeyogluyê Qaymeqam û Wekîlê Şaredar, amirên saziyan di salvegera 10an ya erdhejê da li Goristana Seyîd Mihemed a li Taxa Beyazidê hatin ba hev û gul danîn ser merzelan.

Abdullah Borayê Miftiyê Navçeyê Quran xwend û ji bo miriyan dia kir.

Şaxa Erdîşê ya Hîva Sor a Tirkiyeyê jî li pêşiya Qaymeqamtiyê pêşengeha wêneyan vekir û şorbe li welatiyan belav kir.

Bernameya bibîranînê piştî mewlûda li Mizgefta Qere Usiv Paşa hat xwendin bi dawî bû, Mîralay Murat Kandurê Fermandarê Garnîzonê, Suat Arslanê Serdozgerê Komarê yê Erdîşê, amirên saziyan û welatî beşdarî mewlûdê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın