ANKARA
Lêkolîna ku DYA 8 sal e didomîne, bi dawî bû. Di encama lêkolînê de derket holê kal û pîrên ku bi rêk û pêk egzersîz dikin zêdetir dijîn.
Li gor lêkolîna ku encamên wê di kovara "Frontiers in Public Health" de hat belavkirin, lêkolîn li ser 2 hezar û 717 kal û pîrên ku temenê wan li ser 65an e hat kirin û 8 sal dewam kir. Zanyaran di nav hemû nexweşan de ji sedî 43 nexweşên tansiyonê, ji sedî 71 nexweşên bayê û ji sedî 9 jî nexweşên şekir lêkolîn kir.
Hat peyitandin ku ji sedî 42 yên ku beşdarî lêkolînê bûne bi rêk û pêk sporê dikin.
Dema lêkolîn dewam dikir 923 kesan canê xwe ji dest da. Di encamê de derket holê ku temenê yên ku bi rêk û pêk dimeşin, ji yê din ji sedî 20 dirêjtir e.
Hîndekarê Enstîtûya Tenduristiya Gel ê Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Nazmi Bilir ji nûçegihanê AAyê re daxuyand û got:
''Meş û egzersîz ji bo tenduristiyê pir pêwîst in. Bi taybetî di van salên dawî (20-30) de li ser vê babetê pir disekinin. Di serî de nexweşînên dil û hwd. zêde bûne. Ji bo ku bergirîya nexweşînan çêbe, divê cixare nekişînin û parêzên li gor rêzikên tenduristiyê hatine amadekirin, bikin.''