Bülent Mavzer
23 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2025
Deverên bilind ên Îdirê û Çiyayê Tekeltiyê di nav mij û dûmanê da hatin kişandin.
Li deverên bilind ên Îdirê yên germahiya hewayê daket bin sifirê, mij derket.
Çiyayên Arasê yên li başûrê bajêr di nav mij û dûmanê da man û her wiha serê Çiyayê Tekeltiyê yê raqim 2 hezar û 550 metreyî yê li navçeya Tuzlucayê jî bi mij û dûman e.
Çiyayê Tekeltiyê yê ji hêla turîzma xwezayê va ji deverên sereke yên Îdirê ye, di nav mij û dûmanê da hat kişandin.