Jiyan

Li zozanên Agiriyê bi hezaran pez bi hevkarî tê birîn

Abdullah Söylemez  | 26.06.2025 - Rojanekırın : 27.06.2025
Li zozanên Agiriyê bi hezaran pez bi hevkarî tê birîn

Ağrı

 Li Agiriyê 16 malbatên koçer ku li zozanên raqim bilind ên xwediyê floraya dewlemend dijîn, bi hevkarî bi hezaran pezî dibirin.

Agiriya ku gelek zozanên weke Sîneg, Tendûrek û Aladaxê lê ne bi dewlemendiya xwe ya flora û çavkaniyên avê di mehên havînê da mazûvaniya koçeran dike.

Koçerên ku beriya niha bi maweyekê konên xwe li zozanên nêzîkî gundikê Tatlisuyê ya li bakurê navenda parêzgehê vedan, digel mercên dijwar ên siruştê ajeldariyê didomînin.

Koçerên ku li zozanên raqim bilind ji teknolojiyê dûr dijîn, di van rojên germ da ji bo birîna pêz, hevkariya hev dikin.

Li herêma ku 16 malbatên koçer lê dijîn, bi sebr û hedanê, hevkariya hev dikin û pêz dibirin.

- "Ji teknolojiyê dûr, jiyaneke di nava siruştê da"

Yek ji koçeran Abdurahman Kiyidagê ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku ji ber germahiya Îdirê ew her havîn derdikevin zozanan.

Kiyidag anî ziman ku zozanên Agiriyê bi bereket in û hewaya wan hênik e û got, "Em bi bihayekî kêm, zozanan kirê dikin. Ev zozan hênik in. Ji ber ku hewa germ e em pêz dibirin. Pêşiyê berxan, paşê jî emê mîhan bibirin. Em ber bi nîvê meha hezîranê va derdikevin zozanan, di meha îlonê da jî dadigerin. Ajeldarî çavkaniya me ya debarê ye. Zozan hênik in, li vê derê em ji teknolojiyê dûr, jiyaneke di nava siruştê da derbas dikin."

Emrah Kiyga jî anî ziman ku jiyana li zozanan digel xweşiyê dijwar e jî û got, "Em di mehê havînan da li vê derê ne. Em heywanan dibirin, didoşin. Dema dibe serma em diçin cihên din. Ji ber ku li Îdirê çêreya me tune, bi piranî em diçin Agirî, Erzirom, Qers, Erdexan û Wanê. Seranserê havînê em li 7 parêzgeh, 20 navçe û 2 hezar gundî digerin. Payizê em vedigerin Îdirê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın