Abdullah Söylemez,Muhammet Ali Ateş
17 Îlon 2024•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2024
Li Zozanê Sînegê yê ku li Agiriyê ji zozanên herî mezin e û her wiha têrçêre û têrav e, koçerên ku havînên xwe di konan da derbas kirin dadigerin, lê şivan li çiya û baniya ne û pezê xwe diçêrînin.
Agiriya ku ji bajarên çandinî û heywandariyê ye, bi saya serê zozanên wekî Eledax û Sînegê va havînan gelek malbatên koçer diezimîne.
Zozanê Sînegê yê ku dikeve bakurê bajêr û bi av û çêreya xwe ya zehf va tê naskirin, îsal jî ji biharê û pê va gelek malbatên koçer ezimandin.
Koçerên ku ji gulanê û vir va bi malbatî li zozan di konên mûyê bizinan da man, pezê xwe birîn û her wiha ji şîrê pez jî berhemên wekî rûnê nivîşk û penêr girtin.
Piştî ku dinya sar bû, beşeke mezin a koçeran berê xwe dan malên xwe yên li gund û navenda bajarên nêzîk, her wiha malbatên mayî jî van rojan bi amadekariyên dagêrê ra mijûl in.
Piştî dagêra koçeran, şixulê giran ê şivanên li zozanê mane, didome.
Şivan dê qedereke din jî digel hewaya ku bi şev sar dibe, li zozanê pezê xwe biçêrînin û paşê wê vegerin.
Koçerê Îdirî Kadir Tutulmaz ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku Zozanê Sînegê hem ji hêla avê û hem jî ji hêla çêreyê va pir bi xêr û bereket e.
Tutulmaz destnîşan kir ku ew bi karê heywandariyê ra mijûl in û ew ber bi dawiya meha gulanê hatin zozan û wiha dewam kir, "Jiyana li zozanan û heywandarî karekî giran e. Em bi malbatî tên zozanan û qedera 5 mehan dimînin. Em heywanên xwe didoşin, dibirin. Em şîrê xwe jî dikin penêr û her wiha didin mandireyê. Jiyana me bi vî teherî didome."
Tutulmaz bal kişand ku wan konên xwe êdî dane hev û ew ê van rojan bikevin rêya dagêrê, lêbelê şivan dê hê qedera 25 rojan jî li zozanê pêz biçêrînin.
Şivan Îbrahîm Artan jî diyar kir, ew nîvê meha nîsanê hatin zozanê û ew bi eşq û şewq karê xwe dikin.