Li Şanliurfayê gumanbarê ku kesek kuşt û 3 kes birîndar kirin, xwe kuşt

Şanlıurfa
Li Wêranşehira navçeya Şanliurfayê gumanbarê ku kesek kuşt û 3 kes birîndar kirin, xwe kuşt.
Li Taxa Başaranê ya gundewar O.Kyê ku çû ber derê male, ji ber sedemeke ku hê ne diyar e bi tivinga bipompe gule berda Y.T. (17), Ş.T. (47), M.E.T. (17), G.T. (17) û ew birîndar kirin.
Kesên derdorê û cînaran birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşehirê, lê ji birîndaran Y.T. digel midaxeleyan xelas nebû û mir.
O.Kyê ku ji cihê bûyerê revî, li Taxa Hurriyetê ya li navenda navçeya Wêranşehirê di otomobîla ku plaqeya wê 27 TJ 955 e da gule berda xwe û xwe kuşt.
Cendirme û polêsan li cihê bûyeran tedqîqat dan destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.