Mesut Varol
20 Sibat 2022•Rojanekirin: 02 Adar 2022
Li Gurpinara navçeya Wanê kesên heywanan xwedî dikin di nav şert û mercên zehmet ên zivistanê da jî heywanên xwe xwedî derdikevin.
Li hin taxên navçeyê qalindahiya berfê digîhêje mêtroyekê, lê heywandar guh nadin berf û sermayê li ser berfê heywanên xwe alif dikin.
Li Taxên Çepkenlî û Topçudexwîrmeniyê yên 75 kîlomêtro dûrî navçeyê ne gundî bi hesp û keran va gîhayê dikşînin dûrî gund.
Gundî li ser berfê gîha belav dikin û heywananên xwe alif dikin.
Piştî heywan têr dibin gundî pezên xwe dîsa dibin dixin tewlê.