Nevzat Umut Uzel,Nazlı Timur
04 Sibat 2024•Rojanekirin: 05 Sibat 2024
Li Wanê danê nîvro berf barî.
Li bajêr piştî du rojên ku bi serma û hişkiyê derbas bûn, îro danê nîvro barîna berfê dest pê kir.
Hin welatiyan berfa li ber wesayîtên xwe û li ber kargehên xwe paqij kir.
Zarokan jî li parqên li navenda bajêr, goga berfê leyîstin û şa bûn.
Ekîbên Şaredariyê û yên Rêbejayê ji bo veguhestin raneweste, li ser rêyên sereke xebata avêtina berfê û rêxwêkirinê meşandin.