Mesut Varol,Yılmaz Kazandıoğlu
06 Sibat 2024•Rojanekirin: 07 Sibat 2024
Li Ozalpa navçeya Wanê xaniyê aşît bi ser da ket zirar dît.
Li Taxa Seydîbeyê bi şev aşît bi ser xaniyê Alî Îzgî da ket.
Di bûyera siruştî da tu kes nemir û birîndar nebû, lê di qismekî dîwarên xanî hilweşiya.
Aysel Îzgî diyar kir ku di dema aşîtê da bi kur û keça xwe re li malê bû, ji nûçegihanê AAyê ra got ku beşeke mezin a xaniyê wan zirar dîtiye.
Îzgiyê, anî ziman ku hevjînê wê ji bo xebatê li dervayî parêzgehê bûye û wiha got: "Destpêkê me fêhm nekir bê çi qewimî. Me dengekî mezin bihîst. Keça min got, "Dayê, mala me wêran dibe." Em bi wê tirsê derketin derva. Di wê gavê da me dît ku aşît ketiye. Tewle û xaniyê me di bin aşîtê da ma. Dîwarên me hilweşiyan. Me xwe spart mala cîranan. Em li hêviyê ne ekîp bi hawara me da werin."